• Ana Sayfa
  • Arama
  • Sözlük
  • Bize Ulaşın

Ferhad Merde - Siya Te

  1. Şarkı Sözleri Arşivi
  2. F
  3. Ferhad Merde
  4. Siya Te

Siya Te

Youtube Siya Te

Ez ji wê bê bava siya te diqeherim
Yao ez diqeherim
Wexta ku bi tere dimeşe
Çima ne ez im
Ez ji siya te bihtir dişibihim te
Ê ne çavine wî hene ku li bejin û bala te binere û ne jî ziman
Sebeb çi ye ku tu bixwere digerînê
Hii Sebeb
Belkî tu bijî min
Raste
Tu neba ez ne nexwş bûm
Û min zik reşî nedavêt siya tu kesî
Helbet ez ê textorek bama
Ji yekî weke xwere
Her tevgerekî te ji min re bi wate ye
Ji rabûna te hetanî razna te
Tu bi kê re dikenî
Bi kî re diaxivî
Nexasim ya ku ez jê diqeherim
Siya te
Tiştekî din tune ye ku tu li hember min bikar bînî
Tiştekî ku bi dest bê girtin dest
Ne ev mîrata ku ne bi agir dişewitî
Û ne bi avê difetisî
Tu bi wijdanê xweke rast bêj

Ez yan ew
De bîne ber hev
Lê bila şahidek hebe
Ez gula ji buhara didizim
Û dixim destê te
Û ew bitere bêhin dikî
Ez helbesta xwe ji tere dişewitînim
Û dikim kilê suphanî
Û ew pê çavê te kil dikî
Ez xwe li çol û biyaran tî dikim
Û avê ji tere tînim
Û bi ser halê min de ew bi tere vedixwî
Ez xemla Newroza ji tere tînim
Û ew li bejin û bala te dikî
Yaw ez ji bo te şevdar dimînim
Û ez derdê te dikişînim
Û ew bi tere dimeşe
Û çima ne ez

Ku ez giliyê xwe li cem hakimekî bikim
Wê çi beryarê di heqê te de derxê
Belkî tu bêjê min ne raste
Ê bixwedê te neheqiya dikî
Ma rojek ne rast Du roj ne rast
Sê roj ne rast mehek ne rast
Yaw ez bi çavê serê xwe dibînim
Her roj tu li ber deriyê mala min re derbas dibe
Ew bi tere
Û li çûna karekî bi tere
Di zemawenda de bi tere
Di civata de bi tere
Di seyrangeha de bi tere
Tu radibe bi tere
Tu rûdinê bi tere
Ma karê te nema
Tu min pê biqeherînî
Ku ez sax bim
Yan kuştiyê bi destê siya te bim
Te ez merezî kirim
Ê bi roj tu nahêle tebatî bi min keve
Û bi şev jî dikevim taya sibehê
Ku ewê bi tere bimeşe
Ez dikim xwe bixwim
Ez dikim xwe bixwim
Çî wî ji min çêtire
Ku ez xwe rih bidim
Li ber semaya xweşikbûna te
Ê başe ku tu bîranînek be
Ew dikare te bixwîne
Ku ne ez bim
Ku tu sitranek be
Ew dikare te bêje
Ku ne ez bim
Ew wekî min dikare
Di şevekî de bihête sebra te bîne
Dikare di sir û seqemê de
Xwe ji tere bike agirek
Û sermaya di dilê bişikîne
Ku tu di zindanê de be
Dikare dest û lingên te
Ji qeyid û zencîran azad bikî
Dikare di çeperên şer de
Li kêleka te bisekinî
Eger mirin be
Eger jiyan be
Dikare
Ew çi eşiqe

Ku nikaribe di nîvê şevan de
Gavekê di aliyê te de bavêje
Derewe
Ezê sûnd bixwim ku derewa dikî
Ku ne derew be
De ka ez mêraniya wê bibînim
Va me ez û va ye ew
De xwezî
Xwezî parçakî ewirekî reş
Bi ser te de bê
Û ez te bê sî bibînim
Wê çi kêfa min li te bê
Wê çi kêfa min li te bê
Ji bo yî ez jî nebêjim
Ji wê bê bava siya te diqeherim
Wexta ku bi tere dimeşe
Çima ne ez
Êê çima ne ez
Şensê mine
Zivistan dereng tê
Û çavên min jî bi ewran nakeve
Û ez jî mam wilo
EZ çi bikim Şensê mine
Çi bikim şensê mine
Çi bikim şensê mine

  • Ferhad Merde şarkı sözleri
  • Ferhad Merde - Şevek Tarî
  • Ferhad Merde - Ew Êvar Bû
  • Ferhad Merde - Gulfiroş (Gül Satıcısı) (T)
  • Ferhad Merde - Gulfiroş (Gül Satıcısı) (Türkçe Çeviri)
  • Ferhad Merde - Dixtor (Doktor)
  • Ferhad Merde - Ma Ku Tu Niha Li Vir Ba (Türkçe Çeviri)
  • Ferhad Merde Siya Te şarkı sözleri
En Popüler Şarkı Sözleri
  • Michael Buble - L.O.V.E. (Türkçe Çeviri)
  • Ferdi Tayfur - Bana Sor
  • Shakira - Whenever, Wherever (Türkçe Çeviri)
  • Def Leppard - Pour Some Sugar On Me
  • Modern Talking - Cheri Cheri Lady (Türkçe Çeviri)
  • Ankaralı Coşkun - Ankara'nın Bağları
  • Queen - We Will Rock You (Türkçe Çeviri)
  • Lady GaGa - Bad Romance (Türkçe Çeviri)
  • Neşet Ertaş - Haydar Haydar
  • Billie Eilish - Happier Than Ever (Türkçe Çeviri)
  • Neşet Ertaş - Yolcu
  • Michael Buble - It's A Beautiful Day (Türkçe Çeviri)
  • Ahmet Kaya - Şiire Gazele
  • Haluk Levent - Haydar Haydar
  • Müslüm Gürses - Yağmur Duası
  • Gökhan Türkmen - Rüya
  • Amy Winehouse - You Know I'm No Good (Ghostface Killah Remix)
  • Ahmet Selçuk İlkan - Aşk Kitabı
  • Ais Ezhel - Deme Boşver
  • Theory Of A Deadman - End Of The Summer
En Çok Aranan
  • otcu kızı
  • lil' jon
  • elleran elvis ft. vakur beşer - kürtaj mağduru
  • si nos quedara poco tiempo video klibi izle
  • fed faiz kararı

Şarkı Sözleri Arşivi

Sitemizde bulunan şarkı sözlerinin tüm hakları eser sahiplerine aittir. Herhangi bir sorunuz varsa, lütfen bizimle iletişime geçmekten çekinmeyin.

Kendimize Güvenmediğimizde İşleri Neden Karmaşıklaştırırız?
Kusurların Üstünü Örtme, Altını Çiz: Wabi-Sabi
Geçmiş Haline Okkalı Bir Tokat Atmak

© Copyright Gufte.gen.tr Şarkı Sözleri.
Gizlilik Sözleşmesi | İletişim